Çeteyên dagirkeran êrişî jinekê kir

Çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hewl da li hemberî jinekê destdirêjiyê bike.

Çeteyên dagirkeran êrişî jinekê kir
28 tebax, 2024   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine girtin, li Efrînê jineke ku hewl da bi riya qaçax sînor derbas bike, bi êrişa çeteyekî dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû maye.

Çavkaniyên ku agahiyên xwe ji jina mexdur wergirtine, diyar kirin jina mexdur ji bo derbaskirina sînor bi qaçaxçiyê bi navê Ziyab re axiviye da ku wê ji Efrînê bibe Cerablusê.

Li ser vê yekê Ziyab ew biriye Cerablusê û radestî çeteyekî bi navê  Xelîl El Elûş ku wekî Ebû Ilêwî tê naskirin kiriye da ku wê derbasî Tirkiyeyê bike. Lê çete Ebû Ilêwî ew revandiye û hewl daye destdirêjiyê bike.

Jina mexdur di dema êrişa çete de, derfetek peyda kiriye û xwe ji destê wî xilas kiriye, lê çeteyên din piştre ew girtiye, gef lê xwariye da ku giliya wan neke. Jin neçar maye ku 200 dolaran bide da ku ji girtîgeha çeteyan derkeve û vegere Efrînê.

(şx)