Li Xelfetiyê li dijî desteserkirina şaredariyê gel meşiya

Gelê Xelfetiyê meşa xwe ya li dijî desteserkirina şaredariyê domand.

Li Xelfetiyê li dijî desteserkirina şaredariyê gel meşiya
14 mijdar, 2024   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana li dijî desteserkirina şaredariyê ya li navçeya Rihayê Xelfetiyê didome. Gel sibehê zû li pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî kom bû û bi stranên Kurdî gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan berxwedana xwe domand.

Tevî Hevşaredarên Xelfetiyê Mehmed Karayilan û Saniye Bayramê, endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Rihayê û ji Pirsûs û Wêranşahrê gelek kes beşdarî meşê bû. Girseyê tilîlî dan û li çepikan xist. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Xelfetiyê”, “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e”, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin û kesên li derdorê jî bi îşareta serfiraziyê û çepikan xwedî li berxwedanê derketin. Di tevahiya meşê de bangawaziya tevlibûna çalakiyan hat kirin.

Meş li ber avahiya navçeyê ya DEM Partiyê bi dawî bû.