Li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Zirganê şewat

Li gundewarên Qamişlo, Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê şewat derketin û hewldanên vemirandinê didomin. Ji bo vemirandina şewata li Zirganê jî banga lezgîn hat kirin.

18 hezîran, 2026   15:05
QAMIŞLO

Saet nêzî 12.15‘an li gundê Hîmo yê dikeve rojavayê bajarê Qamişloyê agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Tîmên Agirkujiyê û Rewşên Awarte dema wergirtina agahiya şewatê tavilê berê xwe dan cihê bûyerê û agir vemirandin.

Sedemên şewatê hîna nehatin zanîn, lê gorî şêniyan nêzî 33 donim zeviyê genim şewitî.

HESEKÊ

Li gundê Ebû Hecer ê girêdayî bajarê Hesekê jî agir bi giyayê hişk ketiye. Tirs hene ku agir zeviyên çandiniyê yên derdorê jî bide ber xwe. Li gorî agahiyên destpêkê, zerarên mirovî çênebûne, lê zerarê madî hene.  

Tîmên Rewşên Awarte û Agirkujiyê hewldanên  kontrolkirina agir dewam dikin.

DIRBÊSIYÊ

Li gundê Qîrewan ê bajarê Dirbêsiyê jî şewatek mezin li zeviyekê çandiniyê derketiye û bi lez ber bi gundên Melek  ve belav dibe.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, şewata bi lez belav dibe, fikaran çêdike ku zeviyên çandiniyê û milkên nêzî wê bide ber xwe.

Çavkaniyan dane zanîn ku derfetên vemirandinê  yê agirkujiyê têrê nakin û pêdivî bi destekeke zêdetir heye. Ji ber vê yekê banga lezgîn a destwerdanê li şêniyan û aliyên têkildar tên kirin.

ZIRGAN

Şewata li gundewarê Zirganê jî ya ji baregehên leşkerên Tirk derketî, dewam dike. Ji bo kontrolkirinê banga lezgîn hat kirin.

Tîmên agirkujiyê bi hevkariya şêniyan hewldanên tefandina agir didomînin.

Rêveberiya Agirkujiyê ya bajarê Hesekê jî ekîbên destekdayînê şand cihê bûyerê.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, şewata ji baregehên leşkerên Tirk ên li gundên Bab El Xêr û Til Mihemed derketiye  zeviyên çandiniyê yên gundewarên Zirganê jî daye ber xwe.

Aliyên têkildar ji ber şewata ku belav dibe banga lezgîn li şêniyan, xwediyên sarîcên avê kirin ku berê xwe bidin cihê şewatê û beşdarî vemirandina agir bibin.

(bb)