Li Qamişloyê partiyên siyasî ji bo xurtkirina yekhelwesta Kurdî civiyan

Di van kêliyan de li Qamişloyê civîneke partiyên Kurdî tê lidarxistin ji bo nirxandina rêbazên xurtkirina yekîtiya Kurdan.

Li Qamişloyê partiyên siyasî ji bo xurtkirina yekhelwesta Kurdî civiyan
Li Qamişloyê partiyên siyasî ji bo xurtkirina yekhelwesta Kurdî civiyan
Li Qamişloyê partiyên siyasî ji bo xurtkirina yekhelwesta Kurdî civiyan
Li Qamişloyê partiyên siyasî ji bo xurtkirina yekhelwesta Kurdî civiyan
28 hezîran, 2026   20:46
QAMIŞLO

Civîna ku li baregeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pêk tê, dê mijarên têkildarî herêmê û rêbazên xurtkirina yekîtiya Kurdan gotûbêj bike.

Nûnerên piraniya partî û hêzên siyasî yên Kurd beşdarî civînê bûn.

Civîn di van kêliyan de girtî tê lidarxistin. Tê payîn ku beşdar li ser mijarên têkildarî karûbarên Kurdan û pêşketinên siyasî yên heyî gotûbêj bikin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Xerîb Hiso, li ser civînê ji ajansa me re diyar kir ku civîn li ser daxwaza şandeya Kurdî ya ku piştî konferansa 26`ê Nîsana 2025`an hatî damezrandin, hatiye lidarxistin.

Hiso destnîşan kir ku armanca civînê nirxandina xebat û karên şandeya hevbeş a Kurdî di sala borî de, destnîşankirina kêmasî û nebûna bernameyek zelal e.

Hiso wiha dewam kir: "Mixabin, tenê beşek ji şandeya Kurdî beşdarî civînê bû, ji Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyêê (ENKS) beşdar nebû. Me hêvî dikir ku şande bi tevahî amade be da ku gotûbêjek baştir li ser yekîtiya Kurdan hatiba kirin."

(k)