Li Palmîrayê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li rojavayê bajarê Palmîra (Tedmur) 2 leşkerên hikumeta Şamê di êrişa şaneyên DAIŞ`ê de hatin kuştin.

Li Palmîrayê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
31 tebax, 2024   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şaneyên DAIŞ`ê êriş bendeke leşkerî ya Firqeya 18`an a hêzên hikumeta Şamê ya li herêma Dewa ya rojavayê bajarê Palmîrayê (Tedmur) kirin. SOHR diyar kir ku encama bersivdayînê de şer di navbera her du aliyan de derket û di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve di êriş, kemîn û teqînên li çolistana Sûriyeyê de 500 kes (49 sivîl, 29 DAIŞ’î, 387 leşkerên hikumeta Şamê û 35 çekdarên girêdayî komên alîgirên Îranê) hatin kuştin.

(şx)