Federasyona Gaziyan: Şehîd Tekîn Goyî timî  mînak bû

Federasyona Gaziyan şehîd Tekîn Goyî bi bîr anî û got heval Tekîn Goyî yê maneyeke girîng dabû gazîtiya xwe bi perwerdeya li cem Rêbertî girtibû, li her qada têkoşîn meşand ji bo hevalên xwe û welatparêzan timî bû mînak.

Federasyona Gaziyan: Şehîd Tekîn Goyî timî  mînak bû
31 tebax, 2024   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî şoreşger Tekîn Goyî (Îsmet Unver)  ê 19’ê Tebaxê di êrişeke artêşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye, daxuyaniyek nivîskî weşan.

Di destpêka daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Hevrêyê me Tekîn Goyî (Îsmet Unver) ê piraniya temenê xwe di nav Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de derbas kir û wek gaziyekî şer bi felsefeya “xirqeyek û loqmayekê” têkoşîn kir, 19’ê Tebaxê di êrişeke dewleta Tirk a dagirker û faşîst de şehîd ket.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Hevalê me Tekîn Goyî yê bi salan wek şervanekî Apoyî li gelek qadên Kurdistanê têkoşîn û berxwedaneke bêhempa meşand, piştî di şerekî giran de parçeyek ji canê xwe da jî qet dest ji têkoşîna rûmetê berneda. Hevalê me Tekîn Goyî yê xwe bi bîrdozî û felsefeya Rêber Apo gurc û pêç kiribû, li gorî nirxandina Rêbertî ya “Gazîtî şerefek e. Bicihanîna pêwîstiyên wê ji bo vê şerefê şertê bingehîn e” di nava refên azadiyê de cihê xwe girt.

Heval Tekîn Goyî yê maneyeke girîng dabû gazîtiya xwe bi perwerdeya li cem Rêbertî girtibû, li her qada têkoşîn meşand ji bo hevalên xwe û welatparêzan timî bû mînak. Wek fermandar û milîtanekî Apoyî sînorên dagirkeran û hêzên emperyalîstan xêz kiribûn, ji hiş û ruhê xwe rakiribûn, ji bo parastina rûmeta gelê xwe berê da Rojavayê Kurdistanê da ku Kobaniya Rêbertî beriya bi salan gava xwe avêtibûyê, biparêze.

Evîndar û dilsozê gelan hevrê Tekîn ji bo mirov bi xwişk û biratî pêk ve bijîn, di nava kar û xebatên şoreşê de ku cih girt, bê rawestan bi îrade û coşeke bêhempa xebat meşandin.

Wek Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em van êrişên nemerdane û tirsonek ên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin. Dewleta dagirker, noker û hevkarên wê divê bizanin ku mehkûmî têkçûnê ne.

Wek hevalên gazî em ê ala hevrêyê xwe Tekîn Goyî her tim bilind bikin. Ji bo hêvî û xeyalên şehîdan bi serketinê werin tacîdarkirin em ê têkoşîna xwe di asta herî bilind de bi pêş bixin.

Ji malbata hevrêyê me Tekîn Goyî û tevahî gelên me yên herêmê re em sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya ku em ê têkoşîna hevalên xwe yên şehîd bêteredut ji her demê zêdetir bimeşînin, dubare dikin.”