Li Pakistanê êriş: 7 kes hatin kuştin

Li eyaleta Belûcistanê ya başûrê rojavayê Pakistanê di êrîşa çekdarî ya li ser otobuseke rêwiyan de 7 kes mirin.

Li Pakistanê êriş: 7 kes hatin kuştin
19 sibat, 2025   12:26
NAVENDA NÛÇEY

Li herêma Barxanê Komeke çekdar êrişî otobuseke rêwiyan kir ku ber bi Lahorê ya herêma Belûcistan a başûrê rojavayê Pakistanê ve diçû. Di êrişê de 7 rêwî hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku berpirsê polîsan Xorşîd Elem dane Reutersê "Komek ku ji nêzî 40 çekdarî pêk dihat otobîs rawestand û nasnameyên rêwiyan kontrol kirin. Çekdaran 7 rêwî ji otobusê daxistin, gule li wan reşandin û wan qetil kirin." Berpirsê polîsan diyar kir ku hemû kuştî ji herêma Bencab a naverasta welat e.

Berpirsan diyar kir ku desthilatê cihê bûyerê dorpêç kirin, lê êrişkar reviyan.

Heya niha tu aliyekî êriş negirtiye ser xwe.

(bb)