Li Pakistanê êriş: 38 kes hatin kuştin

Li bakurê rojavayê Pakistanê di êrişekê de yek jê jin 38 kes hatin kuştin.

Li Pakistanê êriş: 38 kes hatin kuştin
21 mijdar, 2024   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bakurê rojavayê Pakistanê  komeke çekdar êrişî otobusan rêwiyan kir. Hate zanîn ku di êrişê de yek jê jin 38 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeya Reutersê , serokwezîrê eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê Nadîm Aslem Chaudhry got  di êrişê de herî kêm 38 kes mirin û 29 jî birîndar bûn.

(bb)