Bi boneya Roja Zarokan çalakiyek li dar ket

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê çalakiyek li dar xist.

Bi boneya Roja Zarokan çalakiyek li dar ket
Bi boneya Roja Zarokan çalakiyek li dar ket
Bi boneya Roja Zarokan çalakiyek li dar ket
Bi boneya Roja Zarokan çalakiyek li dar ket
Bi boneya Roja Zarokan çalakiyek li dar ket
Bi boneya Roja Zarokan çalakiyek li dar ket
Bi boneya Roja Zarokan çalakiyek li dar ket
21 mijdar, 2024   15:43
REQA

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê ku 20`ê Mijdarê ye, çalakiyek li dar xist. Çalakî li hola Navenda Çandê ya Reqayê bi amadebûna endamên desteyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê hat lidarxistin.

Seroka Desteya Jinan Emel El Casim axivî û bixêrhatina beşdaran kir û bi bîr xist ku 20’ê Mijdarê ji bo parastina mafên zarokan û mîsogerkirina siberojeke ewle ji wan re wek Roja Zarokan a Cîhanê hatiye îlankirin, lê zarok dibin qurbaniyên şer û ji mafên xwe bê par tên hiştin.

Dûre zarokên Baxçeya Yasemîn û Kewkeb El Tifûle şano û stran pêşandan.

(şx/bb)

ANHA