Li nêzî daristana Abirê şewat derket

Li derdora daristana Abirê ya li bajarê Çilaxayê şewat derket, tîmên agirkujiyê bi destekdayîna şêniyan hewl didin şewatê vemirînin.

Li nêzî daristana Abirê şewat derket
16 tîrmeh, 2026   14:43
QAMIŞLO

Danê nîvro li nêzî daristana Abirê ya li Çilaxayê agir bi bermahiyên çandiniyê ket. Şêniyên herêmê diyar kir ku şewatê ji cihê çopê yê li derdora zeviyên çandiniyê dest pê kir û gihaşt derdora daristanê. 

Tîmên agirkujê yên Çilaxayê û bajarokê Maşûqê yê bajarê Tirbespiyê bi destekdayîna xelkê gundê Abirê destwerdan kir.

Xebatên vemirandina şewatê dewam dikin.

(sb)

ANHA