Şênî: Em hewldanên derxistina fitneyê napejirînin

Şêniyên Çilaxayê girêdana xwe ya bi yekitiya pêkhateyên herêmê re anî ziman û hewldanên derxistina fitne û cudakariyê red kirin.

Şênî: Em hewldanên derxistina fitneyê napejirînin
30 tîrmeh, 2026   03:31
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên bajarê Çilaxa yê herêma Cizîrê der barê zimanê nefretê yê di navbera pêkhateyan de, bi taybet li dijî gelê Kurd, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin. Şêniyan diyar kir ku hewldanên derxistina fitneyan û parçebûna di navbera pêkhateyan de, bi armanca xerabkirina rewşa herêmê û têkbirina pêvajoya entegrasyonê pêk tên.

Hesen Şihab Faris da zanîn ku pêkanîna xalên Peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de, hiştiye ku hinek aliyên xerabkar tevliheviyê û pevçûnan derxin. Aliyên ku dixwazin tevliheviyê derxin, hewl didin gavên ku ji bo îstiqrarê bên avêtin asteng bikin. Destwerdana aliyên derve wekî dewleta Tirk, dihêle ku îstiqrar li herêmê pêk neyê.

Celîla Ebdulrehman Ehmed jî destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê bi dehan salan di çarçoveya hevkarî û jiyaneke hevbeş de dijîn, di her demê de têkiliya civakî ya di navbera wan de ji hewldanên cudakariyê bi hêztir e.

Celîlayê bal kişand ser pêvajoya entegrasyonê û rewşa heyî û diyar kir ku ev astengkirin û hewldanên derxistina pevçûnan bi armanca astengkirina pêvajoyê pêk tên, ên ku vê yekê dikin jî naxwazin Sûriyeya nû bê avakirin.

Selamat Remo jî da zanîn ku têkiliyên civakî di navbera pêkhateyên herêmê de bingeha xwe ji dehan salan digirin, ev têkilî di her demê de rê li pêşiya hewldanên cudekariyê girtiye. Hêzên derve yên ku dixwazin vê têkiliyê xerab bikin van hewldanan dikin.

Di dawiya axaftina xwe de Selamat Remo diyar kir ku yekitiya pêkhateyên herêmê ji bo rakirina van hewldanan ji hole, misogeriya esasî ye, ew ê xak, yekitî û hêza xwe biparêzin.

(sb)

ANHA