Li Minbicê karmendên Nexweşxaneya Wetenî grev ragihand

Karmendên Nexweşxaneya Wetenî ya Minbicê ji ber belavbûna gendeliyê û nedayîna mûçeyan ji çend mehan ve û binpêkirina dubare li dijî kadroyên tibî û karkerên nexweşxaneyê ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, greva vekirî ragihand.

Li Minbicê karmendên Nexweşxaneya Wetenî grev ragihand
2 mijdar, 2025   23:00
TEBQA

Karmendên Nexweşxaneya Wetenî ya Minbicê ji ber belavbûna gendeliyê û nedayîna mûçeyan ji gelek mehan ve û binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî kadroyên tibî û karkeran, greva vekirî ragihand.

Ji destpêka îsal ve ev cara 3'yemîn e ku grev tê ragihandin. Di 22'yê Nîsana borî de ji bo şermezarkirina êrişên çeteyan li dijî nexweş û karmendan, karmendên nexweşxaneyê grev ragihandibû.

Di 21'ê Cotmeha borî de jî ji ber derengmayîna dayîna mûçeyan û erkdarkirina kesên ku ji rêveberiya nexweşxaneyê ve nêzîk in, grev hatibû ragihandin.

Karmendan da zanîn ku nexweşxane bi temamî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve bi rêya rêxistinên nenas, tê birêvebirin. Karmendan diyar kir ku gendelî di tevahî beşên nexweşxaneyê de belav bûye, bi mûçe û alîkariyên ku ji karmendan re tên pêşkêşkirin, tê lîstin.

Tevî ku teknîka nûjen, derman û pêdiviyên sereke kêm in, lê dîsa jî mehane zêdetirî 4 hezar nexweş serdana nexweşxaneyê dikin. Rewşên giran jî ji bo nexweşxaneyên taybet an jî ji bo bajarê Helebê tên veguhastin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bajarê Minbic û gundewarê wî di rewşeke tenduristiyê ya trajedîk de dijî û bûne navenda gendelî û talaniyê.

(mh/fr)