Amadekariyên lidarxistina komxebata êlan tên kirin

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên li darxistina komxebateke êlan tê kirin. Çaverê ye 5 hezar rûspiyên êlên herêmê û kesayetên civakî û olî beşdarî komxebatê bibin.

Amadekariyên lidarxistina komxebata êlan tên kirin
19 gulan 2024   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hisên Ezam diyar kir ku MSDˊê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) amadekariyên lidarxistina komxebata êlan û çalakiyên civakî dikin.

Niha nîqaş li ser armancên komxebatê, rojeva wê, beşdarbûna mêvanan tê kirin. Li kêleka wê, hevdîtin bi kesayetên civakî, rûspiyên êlên herêmê û kesayetên din re tên kirin.

Çaverê ye komîteya amadekar a komxebatê, sibe (duşemê) bicive, ji bo ku amadekariyên tên kirin, nîqaş bike.

Li gorî, komîteya amadekar, vexwendname dê ji 5 hezar kesî re bê şandin. Di nav de rûspî, kesayetên civakî û olî û ji pêkhateyên herêmê hene.

3`yê Gulana 2019`an, li herêmê komxebatek bi sponseriya MSD`ê hatibû li darxistin. Zêdetirî 5 hezar nûnerên êlên Sûriyeyê, saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD`ê, tev li wê bûn.

Çaverê bû ku 20`ê Mijdara 2022`yan komxebata duyemîn a êlan bihata lidarxistin, lê belê di encama êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, hate derengxistin.

(şx)

ANHA