Li Lubnanê şer berdewam e

Tevî hewldanên herêmî û navneteweyî yên pêkanîna agirbestê, dîsa jî rojane piraniya bajar, bajarok û gundên başûrê Lubnanê ji aliyê Îsraîlê ve tên bombebaran û topbarankirin ku di encamê de kuştî û birîndar çêdibin û zirarekî mezin digihîje binesazî û mal û milkên welatiyan. Hemwextî wê, Hizbullah baregeheke îstixbaratê li nêzî Til Avîvê hedef girt. Her wiha ji bo cara duyemîn komeke leşkerên artêşa Îsraîlê li nêzî bajarokê Edêse hedef girtin.

Li Lubnanê şer berdewam e
23 cotmeh, 2024   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ya li Lubnanê da zanîn ku hemwextî hewldanên herêmî û navneteweyî yên pêkanîna agirbestê, lê dîsa jî şerê li Lubnanê bênavber didome. Îro jî piştî ku artêşa Îsraîlê gef xwar, bajarê Sûr bombebaran kir.

Hat diyarkirin ku di encama wan êrişên hewayî de zirarekî mezin gihîşt binesazî û mal û milkên welatiyan.

Her wiha li Museles El Tîbe, Rub El Telatîn û Edêse pevçûnên bejayî yên dijwar di navbera Hizbullah û Îsraîlê de rû dan.

Di êrişeke hewayî ya li dijî Mîfdon de 2 kuştî çêbûn û Huseyniya jinan hat hedefgirtin û rûxandin.

Her wiha, gelek deverên din ên başûrê Lubnanê û Bekayê wekî rêya Riyaq - Beelbek hatin bombebarankirin û zirarekî mezin gihîşt mal û milkên welatiyan.

Girêdayî wê, Hizbullah baregeheke îstixbaratê li nêzî Til Avîvê û komeke leşekrên artêşa Îsraîlê di navbera Edêse û Rub El Telatîn de, hedef girtin.

Her wiha Hizbullah bi dehan moşek ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve avêtin.

Di êrişan de gelek komên leşkerên artêşa Îsraîlê hatin hedefgirtin.

(mh)