Li Lubnanê kesên li zarokekî sûriyeyî xistibû hatin girtin

Hêzên ewlehiyê yên Lubnanê li bajarokekî navçeya Zigarta 3 kesên ku li zarokekî sûriyeyî xistibû, girtin.

Li Lubnanê kesên li zarokekî sûriyeyî xistibû hatin girtin
20 tebax, 2025   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku videoyek li ser medyaya dîjîtal belav bû û tê de xuya dike ku 3 kes li zarokekî sûriyeyî dixin, Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Lubnanê ragihand ku ew 3 kes li bajarokê Raşîn ê navçeya Zigartayê girtine. 

Hêzên Ewlehiyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku wan nasnameya kesên tewanbar nas kiriye ku ew xwediyê berberxaneyekê û 2 alîkarên wî ne.  

Di vîdeoyê de xuya dibe ku her sê kes di hundirê dikanê de êrişî zarok dikin û bi tundî lê dixin.

Medyaya Lubnanê ragihand ku zarokê sûriyeyî li heman berberxaneyê dixebite.

(k)