Di kêmtirî hefteyekê de meneseya avêtina roketan a 3′yemîn tê girtin

QSD′ê li gundewarê Cizîrê meneseyên avêtina roketan desteser kir, bi wê ve di kêmtirî hefteyekê de ev meneseya sêyemîn li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê desteserkirin. Ev menese ji bo hedefgirtina baregehên QSD′ê û Koalîsyona Navneteweyî tên bikaranîn.

Di kêmtirî hefteyekê de meneseya avêtina roketan a 3′yemîn tê girtin
16 kanûn, 2023   23:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) agahiyên der barê destserkirina hêzan ji meneseya avêtina roketan li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê wergirtin.

Li ser hûrgiliyên operasyonê QSD′ê daxuyaniyek da û wiha hate gotin: "Di çarçoveya dewreyiyên normal ên hêzên me li derdora Şedadê ji bo lêgerîna li jêderên hedefgirtina baregehên hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî û hedefgitina bajaran de bi guleyên hawin û roketan, yek ji dewriyeyên me yên leşkerî duh, meneseyeke avêtina roketan desteser kir.

Beriya du rojan jî hêzên me li derdora Şedadê meneseyên avêtina roketan desteser kirin.

Terorîst bi rêya avêtina van roket û hawinan bi awayekî ketober hewl didin welatiyan bitirsnin, lê hêzên me bi ser wan de digirin, heta wan tevahî bigirin, da ku ewlehiyê pêk bînin."

Duh, Hêzên Ewlekariya Hundirîn meneseyeke gerok a avêtina roketan li Dêrazorê girt, ew menese ji herêmên hêzên hikumeta Şamê ve gihaşt herêmê.

(f)