Li Kobanê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiya

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Li Kobanê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiya
Li Kobanê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiya
Li Kobanê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiya
Li Kobanê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiya
Li Kobanê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiya
Li Kobanê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiya
24 kanûn, 2023   13:35
KOBANÊ

Li ser banga Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê, bi sedan şêniyên kantonê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Meş ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê dest pê kir.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Dewleta Tirk sûcên şer dûbare dike" û "Dewleta Tirk êrişî debara me ya rojane dike" hatin vekirin û dirûşmên "Na ji dagirkeriya Tirk re" hatin berzkirin.

Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê. Li vir hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mihemed Şahîn axivî û got, dewleta Tirka  dagirker armanc dike navendên stratejîk ên ku ximzeta pêşkêşî bi milyonan sûriyeyên li bakur û rojhilatê welat dike, tune bike. Şahîn diyar kir ku ev êriş beşek ji binpêkirinên dewleta Tirk e ku ji destpêka aloziyê ve li Sûriyeyê pêk tine û wiha domand: "Dewleta Tirk li Rojhilata Navîn roleke xerab û wêranker dilîze û siyasetên qirkirinê li dijî Kurdan dimeşîne."

Şahîn diyar kir ku ev êriş israra berxwedanê ya gelên herêmê têk nabe.

Artêşa Tirk a dagirker duh êvarî stasyonên petrolê yên Ewda û Seîda yên li Tirbespiyê û stasyona bana Şikeftê ya li Dêrikê kirin hedef. Di encamê de stasyona Ewda ji xizmetê derket û kehrebe li ser gelek gun û bajarokên Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê qut bû.

(bb)

ANHA