Foza Yusif: Armanca dewleta Tirk li pêşiya Hevpeymana Civakî bigire

Foza Yusif destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişan dixwaze rê li pêşiya pêkanîna Hevpeymana Civakî bigire û got: "Divê gelê me bi parastina binesaziya xwe li hemberî van êrişan rabe."

Foza Yusif: Armanca dewleta Tirk li pêşiya Hevpeymana Civakî bigire
24 kanûn, 2023   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker duh êvarê stasyonên Seîda û Ewda yên petrolê yên li Tirbespiyê, dîsa stasyona petrolê ya gundê Bana Şikeftê ya li Dêrikê bombebaran kir. Di encamê de stasyona Ewda ji xizmetê derket û kehrebe ji ser gelek gund, bajarok û navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa, bajarê Dêrikê qut bû. 

Endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yusif destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk, qirkirina aborî ye û armanca wê guhertiya demografîk û koçberkirin e.

Armanca van êrişan çi ye?

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hevpeymaneke Civakî hazir kir. Armanca wan êrişan jî rê li pêşiya pêkanîna vê hevpeymanê ya ku vîna gel îfade dike,  bê girtin, ewlehiya herêmê û jiyana aştiyane têk bibe. Dewleta Tirk dixwaze vîna hevbeş a gelê herêmê tune bike.

Çima binesaziyê dike hedef?

Hedefgirtina binesaziyê sûcekî şer e û beşeke siyaseta erdê şewitî ye. Bi wê dixwaze hêmanên sereke yên jiyanê li herêmê tune bike û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibe.

Tirkiye pîvanên exlaqî yên şer binpê dike, ev yek îsbat dike ku di aliyê leşkerî û siyasî de têk çûye. Ji ber wê êriş binesaziyê dike û jiyana sivîlan û jêderên enerjiye dike hedef.

Divê gel li hember van êrişan çi bike?

Divê gelê me bi parastina binesaziyê û bilindkirina dengê xwe li hember van sûcan li ber xwe bide. Ev qirkirina aborî ye û armanca wê guhertina demografiyê û koçberkirin e. Hevgirtina me û girêdana me bi axê ve rêya yekane ya têkbirina siyasên dewleta Tirk a dagirker e.

Helwesta hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî çi ye?

Ev êriş li dijî yekitiya xaka Sûriyeyê ye. Divê hikumeta Şamê li hemberî dewleta Tirk a ku çavê xwe berdaye xaka Sûriyeyê helwesta xwe zelal bike. Bêdengiya hikumeta Şamê tê wateya rewakirina êrişan.

Helwesta hêzên navneteweyî şermokî ne, ji bo berjewendiyêna xwe bi Tirkiyeyê re, sûriyeyiyan dikin qurban. Ji ber wê em bang li hêzên demokratîk ên li cîhanê dikin ku li dijî siyasetên dewleta Tirk a faşîst derkevin.

 (şx)

ANHA