Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin

Şêniyên kantona Firatê şehîd Qehreman Botan û şehîd Omêrî bi merasîmeke girseyî oxir kirin.

Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
25 kanûn, 2024   15:49
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Firatê, bi merasîmeke girseyî şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Qehreman Botan (Fewaz Ebdulqadir) ku di 19`ê Kanûnê li Reqa şehîd bûbû, her wiha şervanê Hêzên Komandos şehîd Omêrî (Zên El Abidîn Elî) ku di 8`ê Kanûnê de li Qereqozaqê şehîd bûbû, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê oxir kirin.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê Emel Mistefa sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest.

Emel Mistefa diyar kir ku şehîdan ji bo gelê xwe û axa xwe canê xwe feda kir û got: “Em ê bi hemû pêkhateyan bi hev re rêya şehîdên xwe bişopînin û xwedî li mîrasa wan derkevin.”

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim jî sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û wiha domand: “Em sersaxiyê ji malbatên her du lehangan re dixwazin û ji hevalên wan ên di çeperên şer de li ber xwe didin, em sersaxiyê ji wan re dixwazin.”

Mislim destnîşan kir ku her şehîdek ji pêkhateyekê ye û got: “Ev yek bersiveke herî mezin ji bo kesên ku xwestin lîstokekê çêkin, kesên ku xwestin di nava pêkhateyan de fitneyan çêkin, ev şehîdên ku em niha oxir dikin, bersiva vê yekê didin. Divê em bi hev re destê xwe bidin hev, ji bo ku em bi hev re Sûriyeyeke demokratîk û aştiyane ava bikin.”

Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Şehîd Qehreman Botan li Pakrewangeha Şehîd Dîcle oxir kirin û cenazeyê şehîd Omêrî jî birin pakrewangeha Sirînê.

(sş)

ANHA