Li kantonên Firatê û Cizîrê bîranînên pêşengên PKK`ê

Şêniyên kantonên Firatê û Cizîrê pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anîn.

14 gulan, 2025   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

PKK`ê di encamnameya kongreya xwe ya 12`mîn de ragihand ku ji pêşengên partiyê Alî Haydar Kaytan (Fûat) di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û Riza Altûn di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûne.

Şêniyên kantona Cizîrê bi merasîman her şehîd bi bîr anîn.

KOBANÊ

Li Kobanê ya kantona Firatê pêşî merasîma xiyabî li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hate lidarxistin, paşê konê sersaxiyê li Qada Şehîd Egîd hat vedan.

Di merasîma xiyabî de hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Xiso sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest. Hiso anî ziman ku her du şehîd hevalên Rêber Abdullah Ocalan yê destpêkê ne û got: "Şehîd Alî Haydar û Riza Altûn bi Rêber Apo re ji bo demokrasî, wekhevî, edalet û mafên gelan têkoşîneke bêhempa da meşandin."

Di berdewama axaftinê de Xerîb Hiso diyar kir ku şehîd Alî Haydar û Riza Altûn ji bo azadiya Kurdistanê li ber xwe da û wiha got: "Şehadeta her du lehengan dibe pêvajoyeke nû ya ji bo aştî û wekheviya li Kurdistanê.”

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana gerîla","Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Piştî merasîma xiyabî li Pakrewangeha Şehîd Dîcle bi dawî bû, şêniyan berê xwe da konê sersaxiyê yê ku li Qada Şehîd Egîd hatibû vedan.

Li konê sersaxiyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Bozî, Rêvebera Meclisa Jinan a PYD`ê ya Kantona Firatê Bedîa Miho û endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn axivîn.

Di axaftina wan de hate diyarkirin ku bi saya têkoşîna PKK`ê gihaştine mafên xwe. Her wiha diyar kirin ku ew ê li pey xeta Rêber Abdullah Ocalan bin heta ew digihêjin azadiya xwe û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Konê sersaxiyê heta saet 14:00’an dê dewam bike.

DÊRIK

Şêniyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê yên kantona Cizîrê ji bo tev li merasîma sersaxiya pêşengên PKK`ê Alî Hayder Kaytan û Riza Altûn bibin, berê xwe da Stadyuma Kornêş a li Dêrikê.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mihemed Cemîl axivî û diyar kir ku her du pêşengên şehîd soza berdewamkirina têkoşînê da heta ku gihaştin asta şehadetê û wiha dewam kir: "Wan jiyana bê çand, nasname û ziman nepejirand, rêya berxwedan û têkoşînê hilbijart.”

Endamê Meclisa Bajarê Dêrikê Ciger Efrîn jî axivî û diyar kir ku têkoşîna PKK`ê dê bi awayên siyasî û ramyarî dewam dike, ji be ku ew rêbaza azadiya gelê Kurd e û got: "Her du pêşeng li ser felsefeya Rêber Abullah Ocalan û ji bo azadiya gelê Kurdistanê tê koşiyan.”

Piştî axaftinan sînevîzyona der barê têkoşîna her du pêşengan hate pêşandan.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin","Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana Serok Apo" bi dawî bû.

(ekîb/k)

ANHA