Li Dêrazorê têkildarî lihevkirina 10`ê Adarê civîn

Şêniyên herêma Ebû Xeşeb a kantona Dêrazorê gotin nenavendîbûn modela herî guncew a siberoja welêt e û careke din diyar kirin ku ew piştgiriya lihevkirina 10`ê Adarê dikin. Şêniyan destnîşan kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, bicihanîna bendên lihevkirinê dereng dixe.

Li Dêrazorê têkildarî lihevkirina 10`ê Adarê civîn
Li Dêrazorê têkildarî lihevkirina 10`ê Adarê civîn
Li Dêrazorê têkildarî lihevkirina 10`ê Adarê civîn
Li Dêrazorê têkildarî lihevkirina 10`ê Adarê civîn
Li Dêrazorê têkildarî lihevkirina 10`ê Adarê civîn
Li Dêrazorê têkildarî lihevkirina 10`ê Adarê civîn
Li Dêrazorê têkildarî lihevkirina 10`ê Adarê civîn
Li Dêrazorê têkildarî lihevkirina 10`ê Adarê civîn
5 cotmeh, 2025   22:20
DÊRAZOR

Meclisa Herêma Ebû Xeşeb a kantona Dêrazorê bi şêniyan re civiya, rewşa siyasî û ewlehî ji wan şîrove kir. 

Endamên saziyên sivîl ên rojavayê Dêrazorê, nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Kombûna Jinan a Zenûbya, bi dehan şêniyên herêmê tev li civînê bûn.

Di civîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kiriye de, rewşa ewlehiyê, geşedanîn siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê, hatin gotubêjkirin. Beşdaran nêrînên xwe der barê armanc û hêviyên gelê Sûriyeyê yên der barê siberoj welêt û pergala desthilatê ya herî guncew ku li gorî xweza û pirrengiya civaka Sûriyeyê be de, parve kirin.

Beşdaran destnîşan kirin ku ji bo siberoja Sûriyeyê modela nenavendîbûnê, ya herî guncew e, parçebûn red kirin û teqezî bi yekitiya axa Sûriyeyê û parastina taybetmendiyên civakên sûriyeyî kirin.

Bendên lihevkirina 10`ê Adarê û derengxistina hikumeta veguhêz bicihanîna bendên wê, rojeva civînê bû. Beşdaran anîn ziman ku “artêşa Sûriyeyê” bi vê sazûmaniya xwe nikare hêzên birêxistinkirî mîna QSD`ê pêşwazî bike. Her wiha diyar kirin ku gelek aliyên herêmî û Tirkiye nahêlin aliyên sûriyeyî lihev bikin lewma li dijî Rêveberiya Xweser û QSD`ê li ser asta çapemeniyê dest bi reşkirinê kirine û pirsgirêkên taîfî sor dikin.

Beşdaran gotin tecrubeya Rêveberiya Xweser ji bo siberoja Sûriyeyê, tecrubeya herî serkeftî û guncew ji ber ku ewlehî, edalet, demokrasî, jiyana hevbeş û aştiya navxweyî di navbera şêniyan de sepand. Li gorî wan, di vê pêvajoya hesas de, pêwîstiya sûriyeyiyan bi vê tecrubeyê heye.

(şx)

ANHA