Şîrketeke gazê ya Îmaratê karê xwe li Başûrê Kurdistanê rawestand

Di salên dawîn de zeviya Kormor gelek caran ji aliyê hêzên nenas ve hat hedefgirtin. Lê belê êrişa ku êvara înê pêk hatiye ya yekemîn bû ku tê de kuştî çêdibin.

Şîrketeke gazê ya Îmaratê karê xwe li Başûrê Kurdistanê rawestand
29 nîsan, 2024   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

AFPˊê da zanîn ku şîrketa "Dana Gaz" ya Îmaratê îro ragihand ku piştî êrişa balafira bêmirov ku tê de 4 karmend hatin kuştin, wê karê xwe li zeviya gazê ya Başûrê Kurdistanê rawestand.

Zeviya Kormor gelek caran di salên dawîn de hat hedefgirtin, lê tu aliyan xwe wek berpirsa êrişan diyar nekir. Lê belê êrişa ku êvara înê pêk hatiye ya yekemîn bû ku tê de kuştî çêdibin.

Berdevkê hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê Pêşewa Hewramanî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew kuştî 4 karmendên Yemenî bûn.

Şîrketê diyar kir ku tevî ku zirarê sivik gihîşt kargehan, lê dîsa jî ew ê ji ber parastina ewlehiya karmendan karê xwe bi awayekî demkî rawestîne.

Wezareta Kehrebeyê da zanîn ku di encama êrişê de gaz ji ser stasyonên kehrebeyê qut bû û pê re hilberîna kehrebeyê bi nêzî 2 hezar û 500 watt kêm bû û tîmên pispor li ser vegerandina xizmetê dixebitin.

Der barê wê de, hêzên ewlekariyê yên Iraqê destnîşan kir ku wan komîteyek ji bo ku li ser êrişê lêpirsînê bike, damezirand û diyar kir ku hesab ê ji sûcdaran bê xwestin.

Girêdayî wê, şîrketa Dana Gaz ragihand ku ew ê ji bo xurtkirina tedbîran û parastinê da ku hilberîn bidome, bi hêzên hikumetê re hevkariyê dike.

 (mh)