Li kampa Holê cenazeya jinekê hat dîtin

Dema hêzên beşdarî Operasyona ˋEwlehiya Domdarˊ li Beşa Muhacîrat a kampa Holê lêgerîna li şaneyên çeteyên DAIŞˋê dikir, cenazeyeke tê texmînkirin a jinekê hatiye kuştin dîtin.

Li kampa Holê cenazeya jinekê hat dîtin
9 mijdar, 2024   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Operasyona ˋEwlehiya Domdarˊ li Beşa Muhacîrat a kampa Holê cenazeyek dît. Li gorî îtîrafên çeteyekî berê hatiye girtin, ew jin hat êşkenkirin û piştre hat qetilkirin.

Li gorî daxuyaniyên fermandarên meydanî, aliyên têkildar ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Heyva Sor a Kurd berê xwe da cihê cenaze û lêpirsîn vekir.

(fr)