Kîev: Rûsyayê bi moşek û dronan êriş kir

Kîevê da zanîn ku Rûsyayê bi 8 moşekan û 87 dronan êrişek pêk aniye û di encamê de li 5 herêmên welêt zirar çêbûne.

Kîev: Rûsyayê bi moşek û dronan êriş kir
19 nîsan, 2025   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ukraynayê îro ragihand ku Rûsyayê di êrişa şeva borî ya li ser Ukraynayê de, bi 8 moşek û 87 dronan êriş kiriye û di encamê de li 5 herêman ziyan çêbûne.

Hêzên Ukraynayê ragihand ku pergala parastina hewayî 33 dronên Rûsyayê xistine xwarê û bi rêya teknîka şerê elektronîk berê 36 balafiran jî guherandiye.

(bb)