Li Iraqê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li Iraq di operasyonên dawiya Gulanê de serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

Li Iraqê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
5 hezîran, 2025   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniya duh de ragihand ku di  oprasyonên dawiya meha Gulanê de serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa DYA’yê beşdarî 6 operasyonan (5 li Iraq û yek li Sûriyeyê) bû.

Li gorî dauxyaniyê, di encama operasyonan de hejmarek çete hatin girtin û yek jê serçete 2 çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê hatin girtin.

CENTCOM’ê daxuyand ku operasyon bi hevkariya QSD û artêşa Iraqê hatine lidarxistin.