Aloziya Sûriyeyê û dan û standinên Îsraîl û Filistînê rojevên rojnameyan ne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de diyar kirin ku rewşa li Sûriyeyê ber bi tevliheviyeke taîfî ve diçe. Der barê têkçûna dan û standinê di navbera Îsraîl û Filistînê de jî hate diyarkirin ku Îsraîlê zexta siyasî û leşkerî bi kar tîne da ku armancên xwe pê bîne.

Aloziya Sûriyeyê û dan û standinên Îsraîl û Filistînê rojevên rojnameyan ne
5 hezîran, 2025   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de aloziya li Sûriyeyê û têkçûna dan û standinên Xeza û Îsraîlê nirxandin.

MUXALIF DERBEYEK LI HEWLÊN EL ŞERI YÊN JI BO ÎSPATKIRINA HÊZA XWE YA PARASTINA KÊMNETEWEYAN XISTIN

Rojnameya El Ereb der barê rewşa Sûriyeyê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de bal hatiye kişandin ser vê yekê ku 5 ciwanên Elewî piştî 2 rojan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn ragirtin, kuştî li nêzî Şamê hatin dîtin. Li gorî rojnameyê; ev yek dide xuyakirin ku di navbera hêzên dilsozê serokê  desthilata Şamê Ehmed El Şerî de nakokî têkildarî pabendbûna bi bangên aramiyê û nearmanckirina kêmneteweyan hene.

Rojnameyê da zanîn ku "Li gorî çavdêrên sûriyeyî, kuştina hejmarek ciwanên Elewî piştrast dike ku hin şervanên sûriyeyî û biyanî yên tundraw hene ku li dijî rêbaza El Şeri ya dûrketina ji hedefgirtina kêmneteweyan tev digerin. Evanan zextê dikin da ku operasyonên tolhildana mezhebî ku yek ji armanca sereke ya komên çekdar ên ku piştgirîya hikumetê dikin, rawestin."

Rojnameyê bal kişand ser çekdarên biyanî ku dê tev li hêzên desthilata Şamê werin kirin û diyar kir "Jinûve perwerdekirina biyaniyan di nava hêzên hikumetê de an ku dayîna nasnameya sûriyeyî bo wan, dê sînyalgên neyinî bide hundirê Sûriyeyê, nemaze piştî ku rola wan di êrişên dijwar ên li ser Elewiyan li perava Sûriyeyê û bersiva wan a giran a li hemberî xwepêşandarên li herêmên Durziyan piştrast bûn."

Li gorî rojnameyê, piştî êrişa nû ya li dijî Elewiyan, dibe ku Donald Trump neçar bimîne ku helwesta xwe ji nû ve binirxîne.

DAN Û STANDINÊN JI DÛR VE

Rojnameya El Xalîc têkçûna dan û standinên di navbera Îsraîl û aliyên Filistînî yên li Xezayê de nirxand. Li gorî rojnameyê Tel Avîv biryar daye ku "dan û standinên ji dûr ve" bipejirîne, di heman demê de operasyonên xwe yên leşkerî berdewam dike da ku bi rêbazên leşkerî bigihîje armancên xwe.

Rojnameyê destnîşan kir ku ku neşandina şandeyekê bo dan û dan û standinan beşek ji zexta siyasî û leşkerî ye ku Îsraîl bikar tîne da ku aliyê Filistînî neçar bike ku şertên xwe qebûl bike.