Malbatan serdana bi lez' ya Îmraliyê kirin

Malbata Rêber Abdullah Ocalan, Yildirim, Konar û Aktaş piştî erdheja li Gemlîkê serlêdan çûyîna Îmraliyê kirin.

Malbatan serdana bi lez' ya Îmraliyê kirin
8 kanûn 2023   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Malbatan di serlêdanê de bi bîr xistin ku 4'ê Kanûnê li peravên Mûdanyayê bi mezinahiya 5.1 pileyî erdhej pêk hat û xwestin ku xizmên Xwe Rêber Abdullah Ocalan, Yildirim, Konar û Aktaş bibînin.

Di serlêdanê de hate gotin, "Ji roja erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan heta niha li ser erdheja Marmarayê tê axaftin û vê rewşê li ber fikarên mezin vekiriye. Girava Îmraliyê jî li ser xeta fayê ya vê erdhejê ye. Hem ji ber erdhejên çêbûn hem jî ji ber erdheja Marmarayê malbat dixwazin bi awayekî lezgîn bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin."