Li Idlibê teqîn; li gorî agahiyan kesek hat kuştin

Li herêma Temania ya başûrê Ildibê teqînek pêk hat. Tê texmînkirin ku teqîn ji ber êrişa balafira bêmirov a Koalîsyona Navneteweyî pêk hatiye. Li gorî agahiyên destpêkê kesek hatiye kuştin.

Li Idlibê teqîn; li gorî agahiyan kesek hat kuştin
28 îlon, 2025   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku li herêma Temania ya başûrê gundewarê Idlibê teqînek çêbû. Tê texmînkirin ku balafireke bêmirov a Koalîsyona Navneteweyî ew cih bombebaran kiriye.

Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber teqînê herî kêm kesek hatiye kuştin.

Li aliyekî din jî, hat diyarkirin ku teqîn ji ber êrişa dijî serçeteyekî Heyet Tehrîr El Şam ê bi navê "Haşim Reslan" pêk hatiye.

Digel berdewama tevlihiya ewlehî ya li gundewarê başûrê Idlibê, û hemwextî tevgera balafirên bêmirov li asîmanê herêmê, ev teqîn pêk tê.

(fr)