Çeteyan careke din şer kirin: 3 kuştî, 5 birîndar

Li gundewarê Babê yê dagirkirî di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şer derket. Hate zanîn ku di şer de 3 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûne. Li gundekî Efrînê jî tiv û tevgereke zêde ya çeteyan heye.

Çeteyan careke din şer kirin: 3 kuştî, 5 birîndar
24 adar, 2024   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyê ku çavkaniyên xwecih dane, li gundê Cib Nasan ê bajarê Babê duh bi şev di navbera çeteyên koma ’Ceyş El Mecid’ û çeteyên koma ’Ehrar El Şerqiye’ de şer derket. Çavkaniyan diyar kir ku di encama vî şer de çeteyek hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku li gundê Tiwêş ê bajarê Mari yê bakurê Helebê serçeteyên koma ’El Hemzat’ li ser desthilatê bi hev ketin. Hate diyarkirin ku di şer de 2 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Çavkaniyan dane zanîn ku li sûka bajarokê Tadifê yê gundewarê Babê jî çeteyên koma ’Feyleq El Şam’ û çeteyên ’Al Hezûrî’ yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de bi hev ketin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku li gundê Kefer Cenê yê navçeya Şera ya Efrînê  liv û tevgerke zêde ya çeteyên ’Firqeya 50’an’ û çeteyên ’Cebha El Şamiya’ yên girêdayî artêşa dagirker  heye. Hate diyarkirin ku çeteyên ’Cebha El Şamiya’ karwanekî leşkerî ya mezin ji gundewarê Ezazê ber bi gundê Kefer Cenê ve  şandiye. Li gorî agahiyan amadekariyên derxistina çeteyên ’Firqeya 50’an’ ji gundê têne kirin.

(bb)

ANHA