Îsraîlê projeya avakirina kampekê li Xezayê ragihand

Îsraîlê projeya avakirina kampeke nû ji bo nêzî 600 hezar koçberên Filistînê li başûrê Xezayê ragihand. Proje di qadên herêmî û navneteweyî de hat şermezarkirin û hişyarî hat dayîn.

Îsraîlê projeya avakirina kampekê li Xezayê ragihand
8 tîrmeh, 2025   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Îsraîlê projeyek ji bo avakirina kampeke mezin li başûrê Xezayê ragihand ku tê de nêzîkî 600 hezar filistîniyên koçber bên bicihkirin. 

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku kamp dê di dema agirbesta 60 rojan de li ser xirbeyên bajarê Refehê yê wêrankirî were avakirin. Her wiha destnîşan kir ku armanca vê projeyê "lawazkirina kontrola Hemasê" ya li ser niştecihan e.

Katz fermana destpêkirina amadekariyên avakirina kampê da ku wekî "bajarekî mirovî" bi nav kir. Katz diyar kir ku kamp dê ji bo bicihkirina bi sed hezaran Filistîniyên ku niha li herêma Mawasiyê di konan de dimînin were avakirin. Katz got: "Kamp dê di bin çavdêriya bêsînor a navneteweyî de be. Îsraîlê jî dê ewlehiya wê bi rê ve bibe û tedbîrên kontrolê ferz bike da ku pêşî li têketina endamên Hemasê bigire."

ARMANCA PROJEYÊ

Ajansê Reutersê aşkera kir ku projeya kampê rasterast ji aliyê Weqfa Mirovî ya Xezayê ve tê piştgirîkirin. Weqfe ji aliyê Îsraîlê ve hatiye damezrandin û ji aliyê DYA’yê ve tê destekirinê, lê NY’yê red kiriye ku pê re hevkariyê bike. Bepirsên rêxisitnên mirovî hişyarî didin ku weqfa dikare bibe xefikeke mirinê.

Li gorî belgeyên ku heman ajansê bi dest xistine, lêçûna projeyê ku 2 mîlyar dolar e, di çarçoveya nêrîna Trump a li hemberî Xezayê de pêk tê. Li gorî belgeyan, armanca kampê ew e ku bi îdiaya bicihkirina şêniyan an jî "jiholê rakirina terorê" û "Paqijiya etnîkî ya sîstemaîk" herêmeke veguhêz a demkî an daîmî li derveyî Xezayê bê avakirin.

TRUMP CAREKE DIN FIKRA BICIHKIRINA LI DERVEYÎ XEZAYÊYÊ DIXE ROJEVÊ

Ji dema ku di 20’ê Çile de dest bi kar kir, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump rêze pêşniyarên şok pêşkêş kir. Pênc roj piştî ku dest bi kar kir, Trump gotibû divê Urdun û Misir filistîniyên ji Xezayê qebûl bikin. Lê ev plan ji aliyê her du welatan ve hat redkirin.

Trump di 27, 30 û 31’ê Çileyê de qala heman planê kiribû û gotibû ew li bendê ne ku Misir û Urdun jî li hev bikin.

Trump di 27’ê Çile de got: "Ez difikirim ku ew (serokkomarê Misirê) wê bike, difikirim ku qiralê Urdunê jî wê bike."

Di 4’ê Sibatê de anku berî civîna xwe ya bi Serokwezîr Benjamin Netanyahu re ya li Washingtonê, Donald Trump pêşniyar kir ku filistîniyan ji Xezayê bi awayekî daîmî werin derxistin. Trump ji rojnamevanan re gotibû, "Ez difikirim ku divê xelkê Xezayê perçeyek erdê xweşik û nû bi dest bixin. Divê em ji hin kesan bixwazin ku ji bo avakirina wê pere bidin.. Ez nizanim ew çawa bixwazin li Xezayê bimînin."

Trump di heman rojê de daxuyaniyek din dabû û gotibû: "DYA dê Xezayê kontrol bike... Em ê xwediyê wê bin û em ê berpirsiyarê hilweşandina her bombeyên xeternak ên neteqiyayî û çekên din ên ku li wir hatine dîtin bin."

Trump her wiha diyar kiribû ku Washington dê ji welatên derdorê yên "xwedî dilên mirovî" û "serwetên mezin" bixwazin ku pêşwaziya filistîniyan bikin û gotibû ew dewlet dê lêçûna ji nû ve avakirina Xezayê û bicihkirina filistîniyan bidin.

NETANYAHU: DEWLETEK JI BO FILISTÎNIYAN TUNE YE

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevdîtina xwe ya duh êvarê ya ligel Trump de ku li Koşa Spî pêk hatibû, gotibû avakirina dewleteke Filistînê dê platformek ji bo hilweşandina Îsraîlê be. Netanyahu anî ziman ku divê desthilatdariya ewlehiyê ya serwer di destê Îsraîlê de bimîne û bûyerên 7’ê Cotmeha 2023’an jî wekî "komkujiyekê ku riska dewleta Filistîniyan îspat dike" bi nav kir.

Li hemberî daxuyaniyên dubare yên Trump nerazîbûn di qadên erebî û navneteweyî de hatin nîşandan.

Hemasê projeya avakirina kampê wek hewldanek ji bo dubarekirina modela "gettoyên naziyan" bi nav kir û îdia kir ku ev "kampên tecrîdkirina bi zorê" ji bo binpêkirina rûmeta mirovan û veguherandina alîkariyê bo amûrên dorpêçkirinê têne bikar anîn. Hemas bang li civaka navneteweyî, dewlet û rêxistinan kir ku bi lez mudaxele bikin da ku vê planê rawestînin.

Norwec û Îzlandayê bi daxuyaniyeke hevbeş ku di Gulana borî de dabûn, ragihandinibû ku veguhastina komî ya niştecihên Filistînê ji Xezayê neqanûnî ye û di çarçoveya "veguhestina bi zorê ya ku li ser asta navneteweyî qedexe ye" de ye.  Her du welatan hişyarî dan ku planên wiha dibe ku li gorî Peymanên Cinêvê bibin sûcên şer.

Fransayê jî di Hezîrana îsal de "guhertina demografaiya Xezayê" red kir û gotibû "Mafê Îsraîlê nin e ku biryarên girêdayî çarenûsa niştecihên Filistînê bide." Fransayê diyar kiribû ku veguhestina bi darê zorê binpêkirineke xeternak a qanûnên navneteweyî ye.

Spanya, Îrlanda û Slovenyayê di daxuyaniyên fermî de ku di Hezîran û Tîrmehê de dabûn plana Îsraîlê şermezar kirin û wê wekî "hewldaneke mêtîngerî ya modern ji bo ferzkirina rastiyên nû bi rêya kontrolkirina nifûsa xwecihî" nirxand.

Misir û Erebistana Siûdî jî destnîşan kir ku her cure koçberkirina Filistîniyan ji Xezayê li derveyî sînorên wan "xeta sor e ku nayê derbaskirin". Her wiha hişyarî dan ku planeke wiha dê bandorên neyinî yên mezin li ser asta mirovî û siyasî çêbikin.

Belçîka, Lûksembûrg, Holanda û Almanya palana Îsraîlê red kir û hişyarî dan ku avakirina kampên girtî an jî kampên di bin kontrola leşkerî ya Îsraîlê de "bi awayekî de rasteqîn e rê li ber valakirina niştecihên resen ên Xezayê ve veke."

Rêxistina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî plana koçberkirina xelkê Xezayê red kir û daxwaza lêpirsînek navneteweyî ya lezgîn û hesabpirsîna qanûnî kir.

(bb)