Li Idlibê 3 kes birîndar bûn

Li bajarê Idlibê yê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, nenasan bombeyek teqand û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li Idlibê 3 kes birîndar bûn
30 gulan, 2024   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku kesên nenas li nêzî çerxeriya ˊEwlehiya dewletêˊ ya li bajarê Idlibê bombeyek bi destan hatiye çêkirin avêt, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî SOHRˊê ji destpêka îsal ve li herêmên Idlib û gundewarên wê yên di bin kontrola çeteyên ˊHeyet Tehrîr El Şamˊ û dewleta Tirk a dagirker de 27 êriş û bûyer çêbûn, di encamê de 20 kes hatin kuştin û 43 jî birîndar bûn.

(fr)