Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin

Di 2 bûyerên cuda de li gundewarên Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin.

Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
1 nîsan, 2026   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 2 di bûyerên cuda de li gundewarên Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin.

Li gorî SOHR`ê, ciwanek li gundê El Muzera yê li herêma Cebel El Zawiye ya Idlibê piştî ku bi tifingeke nêçîrê ya xalê xwe hate gulebarankirin, hate kuştin.

Li gundewarên Şamê jî, ciwanek dema ku bi otomobîla xwe vedigeriya mala xwe ya li bajarokê Sibîna, ji aliyê êrişkarên nenas ve hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.