Li Humsê jinek hat qetilkirin û hevjînê wê birîndar bû

Li taxa Ekreme ya Humsê dema ku jinekê û hevjînê xwe diçûn ser kar çekdaran êrişî wan kir. Di encamê de ew jin hat qetilkirin û hevjînê wê birîdar bû.

Li Humsê jinek hat qetilkirin û hevjînê wê birîndar bû
20 mijdar, 2025   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji bajarê Humsê da zanîn ku çekdaran, li taxa Ekreme ya bajarê Humsê li pêşiya malê, êrişî Hala Deyûb û Mahir Bedir Ekarî kir.

Nûçegihan diyar kir ku çekdarên ku li erebeyekê bi nimreya Idlibê siwar bûbûn, dema her du welatî di erebeya xwe ya li pêşiya malê de bûn û hewl didan biçin karê xwe, gule li wan barandin.

Di êrişê de Hala El Deyûb hat qetilkirin û hevjînê wê bi giranî birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê hat birin.

Ev di demekê de ye ku li bajarê Humsê bûyerên kuştin û revandinê zêde bûne û di nava welatiyan de tirs û fikarên zêde çêkirine, pêk tê.

(mh/fr)