Ciwanekî ji bo parastina jîngehê projeyek daye destpêkirin

Ji bo pêşxistina hişmendiya jîngehê û çandina daran Elî Çeto li Hesekê şitilgeh û pêşangeheke piçûk vekirin. Bi rêya vê projeyê, ew hêvî dike ku çanda jîngehê û çandina daran di nava civakê de bi pêş bixe.

6 ÇILE, 2026   05:55
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Endezyarê çandiniyê û çalakvanê jîngehê Elî Çeto (27) li Hesekê projeya xwe ya çandina gulan û daran dest pê kir, pêşangehek û şitilgeheke çandiniyê vekir.

Elî Çeto li gundê Xerza yê nêzîkî bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê ji dayik bûye. Ew çend sal e li Hesekê dijî. Ew par ji Fakulteya Endezyariya Çandiniyê li Hesekê derçûye û tavilê dest bi çalakiyên xwe yên jîngehê kir.

Niha ew wek serokê Komîteya Mêşvaniyê ya Komeleya Kevirên Kesk kar dike. Bi rêya şitilgeha xwe û pêşangehê ku gelek gul û darên malan lê hene, Çeto ji mala xwe dest pê kir û hewl dide hişmendiya jîngehê di nava civakê de xurt bike, ji bo belavkirina nirxên parastina jîngehê û çanda çandina daran li herêmê bi pêş bixe.

Elî Çeto ji ajansa me re got: "Ev proje ji hezkirina min a ji bo gul û daran derketiye holê, û her weha ji ber ku min dît ku herêm pir hewcedarê projeyek wiha ye, bi taybet ji ber ku avhewaya Hesekê bi hişk e,  avê û şînkahiya wê kêm e. Ji ber vê yekê, em hewcedarê pêşvebirina çanda çandina daran in."

Bi rêya şitilgeha xwe ku li qadeke bi qasî 150 metredam hatiye çêkirin, Çeto hewl dide "projeya çêkirina baxçeyên malan û çandina daran bighîne her malê." Çeto got, "Ev ramanek nû ye û bi saya wê, em ê bikaribin hewaya paqij di hundurê malan de biparêzin, ji ber ku hin şînkahî hewayê paqij dikin. Em ê hewl bidin ku van dara û gulan bigînin her maleke li herêmê."

Çeto wiha lê zêde kir: "Şitilgeh bi giranî projeyek jîngehê ye. Ji ber ku li herêmê çanda çandina daran tune ye, em hewl didin ku li malan dest pê bikin, derî ji bo belavkirina hişmendiya jîngehê û lênêrîn û parastina daran di nav mal û malbatê de vekin. Dûv re em ê hewl bidin ku vê yekê bi çandina daran li derve û pêşxistina hişmendiya jîngehê di nav civakê de baştir bikin."

PLANÊN SIBEROJÊ JI BO ÇAND Û HIŞMENDIYA JÎNGEHÊ

Çeto têkildarî planên xwe yên siberojê got: "Di hundirê şitilgehê de dê beşek taybetî ji bo pirtûkên jîngeh û geşedanê hebe, ku ez dixwazim şitilgehê veguherînim pêşangehekê. Wekî din, em plan dikin ku çalakiyên çandî, ciwanan û jîngehê li dar bixin. Em ê di hundurê pêşangehê de şevên çandî û hunerî jî pêk bînin, em ji bo lidarxistina van çalakiyan bi aliyên têkildar re ketine nava hewldanan."

(k)

ANHA