Li Humsê êriş: Kesek birîndar bû

Li Humsê 2 êriş hatin kirin. Di encamê de kesek bi giranî birîndar bû.

Li Humsê êriş: Kesek birîndar bû
23 adar, 2026   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê li taxa Wadî Zeheb a Humsê çekdaran gule li ciwanekî reşandin û ew bi giranî birîndar kir. Êrişkar piştî êrişê reviyan. 

Li taxa Sebîl a heman bajarî kesên nenas li kolana di navbera Beyadir û qada Sebai Şecerat de bombeyên destan avêtin, lê zirarên canî çênebûn.

(bb)