Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Li nêzî Navenda Çandê ya Humsê cenazeyê ciwanekî bi navê Mazin El Yûsif hat dîtin. Heta niha tu agahî der barê vî sûcî de nehatine zanîn.

Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
19 kanûn, 2025   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li nêzî Navenda Çandê ya bajarê Humsê cenazeyê ciwanekî bi navê Mazin El Yûsif li ber deriyê çapxaneya wî hat dîtin.

El Yûsif endamekî ‘Heyva Sor a Ereb a Sûriyeyê’ ye û berê serokê şaxa taxa Zehra ya bajêr bû.

Heta niha tu agahî der barê vî sûcî de nehatine zanîn lê civaka xwecih û çalakvan ji ber domandina sûcên kuştin, revandin û talankirinê bêzar in.

(mh)

ANHA