Li Humsê 2 zarok ji ber teqîna bombeyekê birîndar bûn

Li gundewarên Humsê 2 zarok ji ber teqîna bombeyekê ya bermahiyên şer birîndar bûn.

Li Humsê 2 zarok ji ber teqîna bombeyekê birîndar bûn
11 cotmeh, 2026   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gundê Fadiliyê yê Humsê 2 zarok ji ber teqîna bombeyekê ya bermahiyên şer de birîndar bûn. Hate zanîn ku bombe di maleke kavilkirî de hatibû bicihkirin.

SOHR‘ê diyar kir ku ji destpêka 2026‘an ve di encama teqîna bermahiyên şer de 98 zarok, 12 jin û 153 mêr hatin kuştin û 152 zarok, 224 mêr û 14 jin birîndar bûn.

(bb)