Bîlançoya êrişa li ser Tedmurê giran bûye

Li gorî SOHRˈê, hejmara kuştiyên êrişa Îsraîlê ya li ser Tedmurê bû 61.

Bîlançoya êrişa li ser Tedmurê giran bûye
21 mijdar, 2024   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyên êrişa duh a Îsraîlê ya li ser Tedmûrê bûye 61 û zêdetirî 50 kes birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê duh nêzî saet 13.30’an êrişeke hewayî li herêma Tenefê ya bajarê Tedmurê pêk anîbû. Li gorî agahiyên destpêkê yên SOHR’ê, di êrişê de 36 kes hatbûn kuştin û zêdetirî 50 kes birîndar bûbûn.

(bb)