Li Holê civîna 25’ê Mijdarê

Li Holê di civîna bi boneya nêzîbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, hate gotin têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê bingeha bihêzkirina jinan e. Her wiha banga rizgarkirina jinan ji adetên kevneperest hat kirin.

Li Holê civîna 25’ê Mijdarê
Li Holê civîna 25’ê Mijdarê
Li Holê civîna 25’ê Mijdarê
Li Holê civîna 25’ê Mijdarê
6 mijdar, 2025   14:07
HESEKÊ

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan re, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek li hola partiyê ya li bajarê Holê yê kantona Cizîrê li dar xist.  Endamên saziyên Rêveberiya xweser, hejmarek çalakvan û kesên ku eleqeyê didin mijarên civakî û hiqûqî, beşdar bûn.

Piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Jinan a PYD’ê ya Holê Sacîde Hesen semînerek li ser pirsgirêk û binpêkirinên ku di dîrokê de jin pê re rû bi rû mane û got, têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê bingeha bihêzkirina jinan di civakê de ne.

Ji rêveberên Meclisa Bajarê Holê Şervîn Hesekê jî tundî wekî têgeh pênase kir û cûreyên wê şîrove kirin. Şervîn anî ziman ku feraseta baviksalar sedema sereke ya paşguhkirina rola jinan di jiyana giştî de ye û bi bîr xist ku di tevahî ol û baweriyan de banga parastina rola û mafên jinan dikin.

Beşdaran jî destnîşan kir ku divê adetên paşverû yên kevneperest ên ku cudakariyê bi pêş dixin ji holê werin rakirin. Her wiha anîn ziman ku pergala kapîtalst bingeha berdewama tundiya li ser jinan e.  

Di dawiya civînê de banga zêdekirina xebatên civakî û perwerdeyê ji bo belavkkirina çanda wekhevî û rêzdariya li hemberî her du zayendan de hate kirin. Hate gotin, têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan berpirsyareke civakî ye ku ji malbatê dest pê dike û digihêje tevahî saziyên civakî.

Ev civîn di çarçoveya qonaxa 6’emîn a kampanyaya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de hate lidarxistin ku 8’ê Cotmeha borî ji aliyê Meclisa Jinan a PYD’ê ve hatibû destpêkirin.

(bb)

ANHA