Osman Baydemîr: Divê em Kurd hay ji hev hebin

Siyasetmedarê Osman Baydemîr got “Plan û komployên di salên 1920’î de li ser Kurdan hatin meşandin, niha jî tên meşandin. Niha dîrok xwe dubare dike. Divê em Kurd xwe dubare nekin. Divê em bi hişmendiya salên 1920’î tev negerin. Em hay ji xwe hebin û hay ji hev hebin.”

Osman Baydemîr: Divê em Kurd hay ji hev hebin
6 mijdar, 2025   13:11
QAMIŞLO

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, îro serdana navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê kir.  

Hevserokên PYD’ê Xerîb Hiso û Perwîn Yûsif pêşwaziya Osman Baydemîr kir.

Osman Baydemîr ji bo keda gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di şoreşê de û keda PYD’ê spasî kir. Baydemîr pêvajoya ku îro li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin, wek derfetekê nirxand û got: “Divê ev derfet bê nirxandin.”

Her wiha da zanîn ku heta niha nedîtine ku xetereyek biçûk a Rojava li ser Tirkiyeyê çêbûye û wiha axivî: “Her çendî provokasyon çêbûn jî, gelê Kurd ê Rojava kevirek jî neavêt Tirkiyeyê. Xwe ragirt. Ez wek Kurdekî spasiya metaneta Rojava dikim. Çawa ku Enqere bi Başûrê Kurdistanê de di warê bazirganî, siyasî de têkiliyên baş çêkirin, heman tiştî bi Rojavayê Kurdistanê re jî bike. Nas bike û bike cîranê xwe. Hêviya me ev e, ji bo wê jî xebatê dikin.”

Baydemîr plan û komployên di salên 1920’î de li ser Kurdan hatin meşandin bi bîr xistin û wiha got: “Bi kurt û kurmancî dîrok xwe dubare dike. Divê em Kurd xwe dubare nekin. Divê em bi hişmendiya salên 1920’î tev negerin. Em hay ji xwe hebin û hay ji hev hebin. Di dîroka me de tecrubeyên me yên baş û xirab hene. Em tecrubeyên baş xurt bikin û yên nebaş dubare nekin. Hîna derfet heye, em jê sûdê bigirin dê gelê me jê sûdê bigire, dema gelê me jê sûd girt dê herêm jî jê sûdê wergire. Heta Kurd azad nebin, Rojhilata Navîn jî aram nabe. Eger Kurd negihêjin mafên xwe û hebûna wan neyê parastin, dê herêm jî aram nebe. Gelek berdêl hatin dayîn, êdî bes e, ji vê zêdetir dê neheqî be. Dema mirov herêmê dibîne, xuya ye ku li vir şer çêbûye, bi zanabûn xizmet nehatiye kirin. Pêwîstiya vê axê bi dermanbûn û xurtkirinê heye. Ji bo vê jî pêwîstî bi aramabûnê heye. Vî gelî berxwedanek kir, şikur heta niha encamek hatiye bidestxistin, divê niha avakirin bê kirin.”

Hevserokên PYD’ê jî ji bo keda wan a di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de spasiya gelê Bakur kir.  

Osman Baydemîr dê serdanên xwe yên li herêmê bidomîne.

(bî)

ANHA