Li Hesekê Xwendekarên Welatparêz konferansek li dar xist

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê, bi dirûşma "Konferansa Xwendekarên Rêber Apo... Partiya Karkerên Kurdistanê, Partiya Şehîdan, Romanek, Helbest û Stranek Bê Dawî ye" konferansek li bajarê Hesekê li dar xist.

24 gulan, 2025   19:05
HESEK

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê bi dirûşma "Konferansa Xwendekarên Rêber Apo... Partiya Karkerên Kurdistanê, Partiya Şehîdan, Romanek, Helbest û Stranek Bê Dawî ye" li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê, bi beşdariya bi sedan xwendekarên ji dibistan, Zanîngeh û Peymangehan li ser asta Bakur û Rojhilata Sûriyeyê konferansek organîze kir.

Hola konferansê bi weneyên Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên PKK, YPJ û QSD’ê hat xemildan.

Piştî deqeyek rêzgirtinê beşdaran rewşa siyasî ya li Bkaur Rojhilatê Suriyeyê, Rojhilata Navîn, Tirkiyê û her wiha peyama ku Rêber Abdullah Ocalan vê dawiyê şandibû, nirxandin û nîqaş kirin.

Piştir e, pirsên ku xwendekaran der barê geşedanên dawî de kirine hatin bersivdanin. Dûre helbestvana Ferhad Merdê helbest xwendin.

Konferans bi axaftina berdevka xwendekaran a bajarê Qamişlo Leyla Ehmed bi dawî bû.

Leyla diyar kir ku encanameya kongreya PKK û rewşa Rêber Apo hatin nirxandin. Di heman demê de pêvajiya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe hat nîqaşkirin û got: "Çareseriya van hemû pirsgirêkan li cem Rêber Apo ye û bi azadiya wî ya fîzîkî ve girêdayî ye."

Leyle di dawiyê de wiha got: "Li pêşberî xwendekarên zanîngeh û peymangehan pêşerojeke azad û demokrat heye, lê divê ew xwe bi pêş bixin û di pêşketinê de tê bikoşin."

(zş/fr)

ANHA