Li Hesekê xebatên entegrekirina sektora avê û xeta Elok hatin nîqaşkirin

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed û Serokê Komîteya Entegrasyonê ya Wezareta Enerjiyê ya girêdayî hikumeta demkî di çarçoveya entegrasyonê de makanîzmeya pêşxistina xebatê pêşxistina xizmetguzariyê û çareserkirina pirsgirêkan xeta avê ya stasyona Elok nîqaş kir.

Li Hesekê xebatên entegrekirina sektora avê û xeta Elok hatin nîqaşkirin
Li Hesekê xebatên entegrekirina sektora avê û xeta Elok hatin nîqaşkirin
Li Hesekê xebatên entegrekirina sektora avê û xeta Elok hatin nîqaşkirin
Li Hesekê xebatên entegrekirina sektora avê û xeta Elok hatin nîqaşkirin
1 tîrmeh, 2026   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgerê Hesekê Endezyar Nûredîn Ehmed ji bo şopandina pêkanîna xebatên entegrasyonê ya beşa avê, bi Serokê Komîteya Entegrasyonê ya Wezareta Enerjiyê ya girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê Endezyar Xalid El Xazî, Midûrê Giştî yê Sazaiya Avê li Hesekê Endezyar Ferhan El Iwês re li Nivîsgeha Parêzgeha Hesekê civiya, civîn bi amadebûna Berpirsyara Komîteya Entegrasyonê ya Rêveberiya Xweser Dr. Jiyan Hesen pêk hat.

Di civînê de ji bo başkirina asta xizmetguzariyê li gorî planên hatine esasgirtin, makanîzmeya entegreya karmendên Gerînendetiya Avê û Gerînendetiya Çavkaniyên Avê hat nîqaşkirin.

Beşdarên civînê bi hev re behsa dosyaya rakirina muxalefetên li ser xeta avê ya stasyonan Elok kirin, diyar kirin ku ji bo misogerkirina hebûna ava vexwarinê ji bo şêniyan binesaziya avê bê parastin û xebatên pêwîst bê kirin.

(sb)

ANHA