Li Hesekê tecrîd hat şermezarkirin

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên Hesekê bi diruşma "Bi Jin Jiyan Azadî komplo têk bibin û dîwarên Îmraliyê hilweşînin" meşiyan û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Li Hesekê tecrîd hat şermezarkirin
Li Hesekê tecrîd hat şermezarkirin
Li Hesekê tecrîd hat şermezarkirin
Li Hesekê tecrîd hat şermezarkirin
Li Hesekê tecrîd hat şermezarkirin
9 gulan, 2024   23:22
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecîrda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meş ji Çerxerêya Hemamê ya taxa Til Hecer dest pê kir û ber bi Çerxerêya Serhed a taxa Miftî ve bi rê ket.

Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan Medya Ebdurehman got: "Dewleta Tirk hewl dide bi rêya girankirina tecrîdê îradeya me têk bibe. Lê bila baş bizane ku em ê rêya azadiyê ya ku Rêbertî ji me re daniye bişopînin û tu carî serî li hember siyasetên wê natewînin."

Medya Ebdurehman destnîşan kir ku ne tenê dewleta Tirk a dagirker, her wiha hemû dewletên ku banga demokrasî û mafên mirovan dikin di vî sûcî de beşdar in.

(mh)