Li Hesekê şehîdên Suryan ên Aşûr hatin bibîranîn

Şêniyên Hesekê şehîdên Suryan ên Aşûr di salvegera şehadeta şehîdên Meclisa Neteweyî ya Bêt Nehrên de ew bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan hat dayîn.

10 cotmeh, 2024   20:12
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Suryanî ya Sûriyeyê di salvegera şehadeta şehîdên Meclisa Neteweyî ya Bêt Nehrên de, merasîma bibîranînê li goristana şehîdên Suryan ên Aşûr a bajarê Hesekê li dar xist.

Tê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û leşkerî, malbatên şehîdan û şênî beşdar bûn.

Di serî de endama Partiya Yekitiya Suryanî Meha Şamo şehîdên Meclisa Neteweyî ya Bêt Nehrên bi bîr anîn û got: "Partiya me îradeya xwe ji Meclisa Neteweyî ya Bêt Nehrên girt. Em bi moralê ku em ji şehîdên xwe digirin, ber bi azadî û xelasiyê ve diçin."

 Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryanên Aşûr Armîn Mardiyan got: "Têkoşîna şehîdan îrade û berxwedana me xurtir dike da ku em di doza xwe ya pîroz de bidomin."

Mardiyan got: "Xwîna şehîdên Suryan û ya şehîdên Kurd û Ereb û pêkhateyên din bû yek da ku li dawiyê ev mozaîke niştîmanî derkeve."

Di dawiya merasîmê de li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin.

(mh)

ANHA