Li Hesekê şehîd Dilgeş Çiya û Rojhat Serêkaniyê hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên bajarên Hesekê û gundewarên wê, cenazeyên 2 şervanên xwe yên QSD'ê û YAT'ê spartin axê.

Li Hesekê şehîd Dilgeş Çiya û Rojhat Serêkaniyê hatin oxirkirin
Li Hesekê şehîd Dilgeş Çiya û Rojhat Serêkaniyê hatin oxirkirin
Li Hesekê şehîd Dilgeş Çiya û Rojhat Serêkaniyê hatin oxirkirin
Li Hesekê şehîd Dilgeş Çiya û Rojhat Serêkaniyê hatin oxirkirin
Li Hesekê şehîd Dilgeş Çiya û Rojhat Serêkaniyê hatin oxirkirin
Li Hesekê şehîd Dilgeş Çiya û Rojhat Serêkaniyê hatin oxirkirin
Li Hesekê şehîd Dilgeş Çiya û Rojhat Serêkaniyê hatin oxirkirin
4 sibat, 2025   15:32
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo şervanê QSD'ê Mîlad El Salim (Rojhat Serêkaniyê) a ku di 1'ê Sibatê 2025'an de li Zirganê şehîd bû û şervanê Yekînyên Antî Teror Îvan Kurdî (Dilgeş Çiya) di 1'ê Sibatê 2025'an de li Bendava Tişrînê gihiştin asta şehadetê, li Pekrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dewûdiyê ya Hesekê defin kirin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewan Şêxo axivî û wiha got: "Şehîd Dilgeş bi riheke şoreşgerî tevlî nava berxwedana bendava Tişrînê bû. Şehîd Rojhat jî di hemû çeperên şer de cih girt û her du hevalên me bi têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeriyê tên nasîn. Em şehîdên xwe naspêrin axê, em dispêrin dilê xwe.”

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd jî di merasîmê de axivî û wiha got: "Şehîdên me di hemû  çeperên şer de li hemberî dagirkeriyê şer kirin û ala berxwedanê li ser xaka Sûriyeyê bilind kirin. Ev desthildariya îro li Şamê ye li hemberî van hemûyan jî bêdeng e. Lewra îro di hundir Sûriyeyê de hêzên ku ji bo rûmetê şer dikin hene û hêzên ku dixwazin bi rûmet jiyan bikin hene."

Nûrî Mehmûd wiha domand: "Em ji bo bi azadî û rûmet jiyan bikin, dema bê xwestin canê xwe fêda dikin. Divê em li ber xwe bidin, da ku em bi azad jiyan bikin. Em jî weke QSD'ê em soz xwe nû dikin û em ê bibin şopdarên şehîdên xwe."

Sekretera Giştî ya Partiya Yekîtiya Ermenî Îmad Tetaryan jî diyar kir ku wê bi tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi riya şehîdan bişopînin û tu carî dest ji berxwedana xwe bernedin.

Dayîka şehîd Dilgeş, Kesuma Ehmed  jî wiha got: “Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im û ez ê riya kurê xwe bişopînin û tola kurê xwe hilînim."

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û di nava tilîliyên dayîkan û silogana şehîd namirin de cenazeya her du şehîd hatin definkirin.

(zş)

ANHA