Yekitiya Jinên Êzidî sersaxî ji malbata şehîd Hêva Erebo re xwest

Yekitiya Jinên Êzidî sersaxî ji malbata şehîd Hêva Erebo re xwest û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên şoreşger bi tundî şermezar kirin.

 Yekitiya Jinên Êzidî sersaxî ji malbata şehîd Hêva Erebo re xwest
4 sibat, 2025   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Êzidî bi daxuyaniyeke nivîskî dagirkeriya dewleta Tirk û êrişa wê ya li ser endama Koordînasyona Konra Star Hêva Erebo ya li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û sersaxî ji malbata şehîd û jinan re xwest. 

Yekitiya Jinên Êzidî di daxuyaniya we ya têkildarî mijarê de diyar kir ku şehîd Hêva Erebo xwedî roleke girîng bû û bi xebata xwe felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" pêk anî.

Di daxuyaniyê de hat gotin divê rêxistin û dezgehên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk xwedî helwest bin û sûcdar bêne darizandin.

(k)