Li Hesekê şahiya salvegera damezirandina PKK’ê

Bi sedan şêniyên Hesekê salvegera 46`an a damezirandina PKK`ê pîroz kir û destnîşan kir ku PKK`ê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo mirovahiyê û demokrasiyê tê dikoşe.

Li Hesekê şahiya salvegera damezirandina PKK’ê
Li Hesekê şahiya salvegera damezirandina PKK’ê
Li Hesekê şahiya salvegera damezirandina PKK’ê
Li Hesekê şahiya salvegera damezirandina PKK’ê
Li Hesekê şahiya salvegera damezirandina PKK’ê
Li Hesekê şahiya salvegera damezirandina PKK’ê
Li Hesekê şahiya salvegera damezirandina PKK’ê
Li Hesekê şahiya salvegera damezirandina PKK’ê
27 mijdar, 2024   15:16
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û endamên saziyên sivîl, tev li şahiyê bûn ku li Parka 4`ê Nîsanê hate lidarxistin. Li parkê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin daliqandin. 

Endamê Meclisa Bajar a Hesekê Sabrî Efrîn di şahiyê de axivî û ev bone, li Rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, gelê Kurd û gelên herêmê pîroz kir.

Sabrî Efrîn destnîşan kir ku PKK ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo mirovahiyê û lêgerên azadiyê û demokrasiyê tê dikoşe.

Dûre Koma Botan, Koma Sakîna, hunermend Sumeye Mihemed û Talib El Ehmed stran gotin.

Di dawiya şahiyê de, beşdaran govend gerand.

(şx/k)

ANHA