Li rojavayê Helebê 8 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di şerên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên li rojavayê Helebê de 8 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li rojavayê Helebê 8 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
27 mijdar, 2024   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarên Helebê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi hev ketin. Tehrîr El Şam bi dîmenekê destpêkirina "şerê li eniyên Helebê" bi navê "Celcelet" ragihand.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) aşkera kir ku di şer de 8 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

SOHR`ê da zanîn ku Heyet Tehrîr El Şamê û çeteyên "Fetih El Mubîn" gelek nuqte li Til Eqîl, Til El Raqib, Til El Debabat ên li nêzî bajarokê Qibtan El Cebel ê rojavayê Helebê kontrol kirin.

(şx/k)