Li Hesekê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon

QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Hesekê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke dane destpêkirin.

Li Hesekê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon
Li Hesekê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon
Li Hesekê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon
Li Hesekê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon
Li Hesekê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon
30 tebax, 2025   08:18
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bajarê Hesekê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê operasyonek dan destpêkirin.

Operasyon li dijî şaneyên ku amadekariyên êrişa li dijî girtîgeha girtiyên DAIŞ’ê dikirin, hewl didan tevliheviyê derbixin, aramiya herêmê têk bibin, her wiha qaçaxçîtiya mirovan dikirin, hatiye destpêkirin.

Ji saetên sibehê ve li gelek deverên Hesekê operasyon hatiye destpêkirin û gelek kesên gumanbar hatine girtin.

Operasyon heta niha li seranserî bajarê Hesekê didome.

Encamên operasyonê di kêliyên pêş me de bi raya giştî re bên parvekirin.

(bb)