Li Hesekê ji bo qurbaniyên bûyera Şamê -Dêrzorê şîn hat ragihandin

Li Parêzgeha Hesekê bi biryarnameyekê ji bo qurbaniyên bûyera li ser rêya Şam -Dêrzorê, 2 roj şîn hat ragihand.

Li Hesekê ji bo qurbaniyên bûyera Şamê -Dêrzorê şîn hat ragihandin
25 tîrmeh, 2026   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgeha Hesekê bi rêya biryarnameyekê de daxwaz ji saziyên hikumetê û desteyên giştî kir ku ji bo bûyera ku di navbera Şamê -Dêrazorê de rû da, 2 rojan çalakî, şahî û pîrozbehiyên vekirina deverên nû rawestînin.

Di biryarnameyê de hate diyarkirin ku ew ji ber bûyera ku rû da û di encamê de qurbanî çêbûn şînê radighînin. Her wiha hate destnîşankirin ku ew bi armanca ku piştgiriyê bidin hestên malbatên qurbaniyan, rêzdariya rewşa xemgîn a giştî û hevkariya bi kesên ku zirar dîtine ev biryarname derxistin.

(sb)